92rêxistinên ji Sûriyê: Divê mafê Kurdan bikeve bin ewlehiyê

92 rêxistinên mafê mirovan û saziyên jinan bi deklarasyoneke hevbeş xwestin aloziya li Suriyê bi rêyên aştiyane were çareserkirin.
Rêxistinan her weha bang kirin ku mafên gelên Kurd bi destûra bingehîn bikeve bin ewlehiyê.

92 sazî û rêxistinên ji Sûriyê bi munasebeta 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan deklarasyoneke hevbeş dan.

Rêxistinên mafê mirovan, hiqûqê û saziyên jinan deklarasyona ji 16 xalan mor kirin.

Di deklarasyonê de ji rejîma Sûrî xwestin ku kesên ku girtine serberbest berde û ji bo kesên ku hatine revandin jî ji aliyê civaka navnetewî ve pêvajoyeke hiqûqî were destpêkirin.

Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê jî bang li rejîma Sûriye û civaka navnetewî hate kirin û xwestin ku gavên şênber werin avêtin û xebatên aştiyane werin meşindan.

Sazî û rêxistinan ji bo qirkirina li dijî Kurdan bi dawî bibe jî bang kirin û destnîşan kirin ku “Pirsgirêka Kurd a Sûriyê pirsgirêkeke bingehîn ya netewî û demokrasiyê ye.”

Di deklarasyonê de weha hat gotin: “Ji bo di destûra bingehîn de mafê gelê Kurd were naskirin û çareseriyek demokratîk pêş bikeve divê xebat were meşandin. Li ser bingeha yekîtiya gelên Sûrî û xaka sûrî divê encamên zilm û polîkateyên netewperest ji holê werin rakirin.”

Leave a Reply

Back to top button