Li Şengalê ji bo şehîdên fermanê çalakiyek hat lidarxistin

Bi boneya salvegera vê fermanê, Civaka Êzidî ji bo şehîdên fermanê çalakiya rêzgirtinê li Şengalê li dar xist.

Îro di set 10:00’an de hemû şêniyên Şengalê, endamên saziyan li Xanesorê li pêş deriyê Meclisa Giştî ya Gel kom bûn û deqeyek rêzgirtinê hat girtin.

Hate diyarkirin ku wê îro saet 16:00’an jî ji bo bîranîna fermana 3’yê Tebaxê, meşek girseyî li Sûnûnê were lidarxistin.

Back to top button