Balafirên şer ên dewleta Tirk 11 caran gundê Mijê yê herêma Garê bombe kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker vê carê gundê Mijê yê ser bi bajarokê Dêrelokê ve çewlîga pez kir armanc.

Êrîş duh heta demekê dirêj kir û herî kêm 11 cran bombe li gund hatiye barandin.

Li gor dimenên hatîn kişandin bi dehan serî pezê yê gundiyê bi navê Şîmal Spîndar di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de telef bûn.

Di dîmen de xuya dike jî ku gund di bin bombebaraneke dijwar de maye û li herêmê dû bilind dibe.

Gundê Mijê girêdayî navçeya Amediyê ya bi ser Duhokê ve ye û dikeve herêma Garê.

Ji destpêka êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê, heta niha herî kêm 50 gund hatine valakirin..

Back to top button