Wezareta Karên Derve ya Norwêcê: Em ji hebûn leşkerî ya Tirkiyê bifikarin

Wezarata Karên Derve ya Norwêcê diyar kir ku ew zêdekirina hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê bi fikarin.

Wezîra Karê Derve ya Norwêcê Îne Marîe Erîksen li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li başûrê Kurdistan derket û got:

”Ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe ya leşkerî li başûrê Kurdistanê zêde dike em bifikar in.

Tirkiye jiyana sivîlan, malên sivîlan û qadên jiyanê yên sivîlan dike talokeyê.

Çawa ku em li dijî kiryarên Tirkiyê yên li bakûrê Sûrî ne, eml i dijî êrîşên wî yên li Iraqê ne jî.

Di dewleta Tirk gavên xwe yên leşkerî yên Iraqê di çarçoveya qanûnên navdewletî de bavêje.”

Marîe Erîksen hedef girtina Tirkiyê ya sivîlên başûrê Kurdistan û penaberên wargeha Mexmûrê bibîrxist û diyar kir ku ev êrîş serweriya Iraqê binpê dikin.

Back to top button