Şênî li dijî buhabûnê daketin kolanan

Şêniyên herêma Babê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li dijî buhabûna pêdiviyên jiyanê, xwepêşandan li dar xistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî hemû pêdiviyên jiyanî yên sereke, ji aliyê çeteyan ve bi buhayekî bilind tên firotin.

Ji ber bêkariya ku li herêmên dagirkirî belav bûye, şênî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bikin.

Kîsek nan bi 350 û birmîla avê jî bi 500 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Bilindbûna buhayê kel û pelan, bû cihê bertekên şêniyan.

Li gorî heman çavkaniyan, şêniyên Babê li dijî vê buhabûnê, xwepêşandanek li dar xistin.

Back to top button