Di şerê li Heleb û Idlibê de 3 çete û 7 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Şerê li herêma bi navê “Bêçek” di navbera hêzên hikûmetê û alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dewam dike. Di şerê li Heleb û Idlibê de 3 çete û 7 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Çeteyên “Lîwa Omer Bin El Xetab” ên girêdayî “Heyet Tehrîr El Şam” êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora bajarokê El Kubra yê li rojavayê Helebê kir.

Li vir şer derketin û 3 çete û 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û birîndar ji her du aliyan çêbûn.

Hêzên hikûmeta Şamê bi top û moşekan êrişî deverên cuda ên li gundewarê rojavayî Helebê kir.

Li gundewarê rojhiolatê Idlibê jî şer hebû û leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.

Her wiha li aliyê Sehil El-Xab ya Hemayê jî di encmaê şer de leşkerekî hikûmta Şamê hate kuştin.

Li Derayê di êrişekê de welatiyek hat kuştin

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku li bajarê Newa yê Derayê jî di êrişek ji aliyê çekdanên nenas de welatiyek hate kuştin.

Back to top button