Li herêmê êrişa li dijî Efrîn û Zindana Sînaa hatin şermezarkirin

Gelên herêmê bi boneya salvegera êrişên li ser Efrîn û girtîgeha Sînaa daketin qadan û ev êrişan şermezar kirin. Şêniyêna bang li hêzên cîhanî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dagirkeriya xwe li tevahî herêmên Sûriyê bi dawî bikin.

20’ê vê mehê ango sibe, salvegera 5’an a êrişa dagirkeriyê Tirk a li ser Efrînê û salvegera yekemîn a êrişa li dijî girtîgeha Sîna a bajarê Hesekê ye.

Gelê herêmê daketin qadan û bi çalakiyên cuda êriş şermzar kirin.

Bi hezaran kes li bajarê Qamişlo li dijî êrişa li ser Efrîn û Zindana Sînaa meşiyan.

Çalakî li çarxerêya Şehîd Robar Qamişlo veguherî mitîngê.

Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û behsa têkoşîna pêkhateyên herêmê û fedakariyên şehîdan kir, ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê têk birin.

  • Girkê Lekê

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçer jî bi xwepêşandanek banga bidawîkirina êrişên li ser hermê kirin.

  • Hesekê

Li bajarê Hesekê jî bi heman armacê gel li qadan bûn.

Di çalakiyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku li dijî terorê û dagirkeriyê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin.

  • Reqa

Li Reqayê jî li êrişan çalak hebû.

Bi sedna ji şêniyan, ciwan û şêx û rûspiyê bajêr beşadar çalaiyê bûn.

Şêniyan li dijî teror û dagirkeriyê piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD dan.

  • Tebqa

Şêniyên Tebqayê jî li dijî êriş û terorê peyama berxwedan û tekoşînê heta rêzgarkirin hemû herêmên dagirkirî dan..

  • Minbic

Şêniyên Minbic bi çalaiyekê êirşên li dijî herêmê ji aliyê dewleta Tirk red kirin.

Şêniyan bang li civaka navneteweyî û NY kirin ku zextê li dewleta TIrk bikin da ku desteka ji terorê biseknin û dagirkeriya xwe ji nava xaka Sûriyê bi dawî bike.

Back to top button