Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê Mîhrîcana Werzîşê ya şehîd Nûjiyan li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî, azadî dê bi ser keve” duh li Reqayê li dar xist.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Henan El Bekir di mîhrîcanê de axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Her wiha destnîşan kir ku werzîşa jinan gelek girîng e.

Henan got: ” Me mîhrîcana xwe bi şehîd Nûjiyan bi nav kir ku yek ji pêşengên Yekitiya Jinên Ciwan bû û ji werzîşê hez dikir.”

Di mîhrîcanê de tîmên jinan ên ji Cizîr, Reqa, Minbic, Kobanê û Tebqayê ketin pêşbaziya durçerxê û di dawiyê de tîma Kobanê bû yekemîn û ya Reqayê bû ya duyemîn.

Piştre turnovayên hilgirtina giraniyê, kişikê û futbolê li dar ketin. Di dawiya turnovaya futbolê de tîma Kobanê li hember Reqayê bi ser ket. Her wiha di tenîsê masayê de jî tîma Reqayê bi ser ket.

Di dawiya mîhrîcanê de tîmên serkeftî hatin xelat kirin.

Back to top button