Endamên PYD’ê yên Reqayê bertek nîşan dan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî bi hêrs e.
Endamên PYD’ê yên li Reqayê bertek nîşanê karanîna çekên kîmyewî li dijî gerîla dan.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarên Dêrazorê û ji rûspiyên eşîrên El Baxoz jî helwesta xwe nîşan dan û gotin
“Bikaranîna çekên kîmyewî îsbata qelsî û bêhêzbûna dewleta Tirk a li hemberî hêzên gerîla ye.”

Li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî xwedî helwestin .

Endamên Meclisa Giştî ya PYD ê şaxê Reqayê nerazîbûn nîşanî van êrişan da û ew şermezar kirin.

Endamê PYD’ê Xazî El Yasîn diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku çekên kîmyewî li dijî gerîla tê bikaranîn û got :

“Ev êriş bi temamî hatine belgekirin.”

El Yasîn bang li NY kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwesteke mirovî nîşan bidin.

“Divê cîhan xwedî li berxwedana Gerîla derkeve”

Girêdayî heman mijarê endama Meclisa Giştî ya PYD Ebîr El Xelîl êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezar kirin.

Ebîr destnîşan kir ku hedefgirtina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî li dijî qanûnên navneteweyî ye û bêdengiya navneteweyî jî şermezar kir..

“Destdirêjiya li ser Gerîla desdrêjiya li ser gelên azad e”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarên Dêrazorê û rûspiyê eşîrên El Baxoz, jî bertek nîşan da..

Hewas El Casim bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir û got :

“Bikaranîna çekên kîmyewî îsbata qelsî û bêhêzbûna dewleta Tirk a li hemberî hêzên gerîla ye.”

El Casim bang li dewletan û NY kir ku demildest destwerdanê bikin ..

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecîn Rakan El Firêh jî got:

“Destdirêjiya li ser hêzên gerîla tê wateya destdirêjiya li tevahî gelên azad, destdirêjiya li ser tevahî mirovahiyê ye.”

Back to top button