Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê xwepêşandeke girseyî ji bo piştgiriya QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Xwepêşandêran êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Li Reqayê bi pêşengiya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo piştgiriya QSD’ê û Rêveberiya Xweser, meşek hat lidarxistin.
Meşê ji pêşiya Meclisa giştî dest pê kir û heta li qada Agirkuj dewam kir.
Li wir hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebd Hamid Mihbaş axivî û qala girîngiya rola QSD’ê a ji bo aramî û ewlehiya herêmê kir.
Mihbaş bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin û destkeftiyên şehîdan biparêz in.