Li Efrînê dewleta Tirk navendeke çandî bi navê Anatoliya vekir

Di çarçoveya guhartina demografî û tirkkirina Efrînê de dewleta Titk a dagirker li Efrînê navendeke çandî bi vanê “Anatoliya” vekir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê- Sûrî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê navendeke çandî ava kir.

28’ê Çileyê, reyadarên Tirk bi tevlîbûna endamên partiya AKP’ê yên Efrînê navendek bi navê ” navenda Anatoliya ya çandî ” vekir.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo sepandina polîtîkayên xwe yên Tirkkirina herêma Efrînê, van kiryaran pêk tîne.

Dagirkeran li navçeya Mabata kamp ji malabatên çeteyan re ava kir

Di çarçoveya guhartina demografîk de jî, dagirkerên li Efrînê, kampan ji malbatên çeteyan re ava dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji navçeya Mabata, dewleta Tirk û çeteyên wê li nêzî gundê Avrazê ava kir.

Her weha dagirkeran amadekariya avakirina kampek din li devera Seibê yê nazî li heman gundî dike.

Back to top button