HPG: Dewleta Tirk bi zanebûn herêmên sivîlan bombebaran dike

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn qadên sivîlan bombebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî berdewam dike. Her carê jî di van êrîşan de sivîl dibin hedef.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Çileya 2021’ê de ragihandibû ku di 22’yê Çileyê de deverên Hecî Ûmran û Berdesorê yên bi ser herêma Xakûrkê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin. Di vê bombebaranê de hevrêyê me yê bi navê Amed Dorşîn şehîd bûbû.

Hemwextî vê balafiran bombe li gundê Azadî ya Hecî Ûmranê jî barandibû. Ziyan gihiştibû mal û lawirên gundiyan telef bûbûn. Li vî gundê ku êrîş pêk hatî ti nuqteyeke hêzên me tineye. Ev êrîş bi zanabûn li dijî gelê me yên herêmê tên kirin.

Hêzên me 29’ê Çileyê li bejahiya gundê Çerobotkî ya herêma Meyrokê ya Garê nepoxên bi cîhazên ji bo deng hesas dîtin. Hêzên me piştî ku ev cîhaz îmhakirin û şûnde ji vir dûr ketine. Herêma ku mijara gotinê ku cîhaz lê hatin îmhakirin, dewleta Tirk bi balafirên şer bombe kirin.”

HPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk yên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin.

HPG’ê da zanîn 26 û 29’ê Çileyê balafiran herêma Zapê, 29’ê Çileyê herêma Avaşîn bombebaran kirin.

Back to top button