Gerînendetiya Avê ya Kobanê heta niha ji sedî 70’ê projeyên xwe yên sereke qedandine.
Hevserokê Gerînendetiyê Mesûd Mihemed derbarê mijarê de axivî û agahî parve kirin:
”Gerînendetiyê li taxên Botan Xerbî û Şehîd Ebdo yên rojavayê bajêr torên avê bi dirêjahiya 2 hezar metre danîn.
Li gundên Dîkmedaş û Kor Elî yên rojavayê Kobanê û nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê jî torên avê hatin berfirehkirin.
Li bajarokê Pêndir ê navçeya Qenayê jî torên avê hatin berfirehkirin.
Her wiha li gundên rojhilat tora avê ya navçeya Şêran hat berfirehkirin û bîrek li gundê Cûm Elî hat kolandin.
Bîr wê di rojên bê de bikeve xizmetê.
Li gundên başûr jî gerînendetiyê 2 tûrbîn li ser hewzeke avê danîn ku avê bidin 5 gundên navçeya Sirînê.”
Mesûd Mihemed diyar kir ku projeya dawî diviyabû berî çend hefteyan ketiba xizmetê lê ji ber êrişên Tirkiyê paşket.