Çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 195’an de dewam dikin

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.
Li Kurdistanê û derveyî welat jî çalakî didomin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got ku ger tecrîd were şikandin wê faşîzm jî hilweşe.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 39’emîn çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk di roja 195’an de ye.

Çalakiya grevê li kampa penaberan a Mexmûrê jî di roja 174’an de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 158’an de çalakiya xwe dewam dikin.

Pervîn Bûldan: Heke tecrîd were şkandin wê faşîzm jî bişike

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Konferansa 11’an a Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan-HDK’ê derbarê domandina tecrîda li Îmraliyê axivî.

Pervîn Buldan got ku heke tecrîd were şikandin wê faşîzm jî bişke.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bang li jinan kir ku li dijî pergala mêr rabin.

Back to top button