Rêxistina Sara qetilkirina jinek ciwan li Til Hemîsê şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku dest bi lêpirsînkirina vê sûcî bikin û sûcdaran ceza bikin.
Jina ciwan Nûra Silêman Îbrahîm (sala 2004`an hatiye dinê) di 24`ê Nîsanê de ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû “Wedah Ehmed Îbrahîm” ê ji şêniyên Til Hemîsê hat kuştin.
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi daxuyaniyekê kuştina Nûra şermezarkirin.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Kongra Star a li Til Hemîsê hat dayîn.
bi dehan endmên saziyên sivîl û Rêxistina Sara beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Hê jî zihniyeta desthilatdar û baviksalar sûcên hovane û tundiya li djiî jinan dewam dikin.
Ev sûc xeteriyê li ser tevahî civakê çêdikin.
Jina hatî qetilkirin dayika zarokeke 3 salî ye û sûcê qetilkirina wê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê hat hesibandin.
Rêxistina Sara bang li aliyên hiqûqî û yên têkildar kir ku der barê vê sûcî de bi lez lêpirsînê bidin destpêkirin û her kesê destê xwe di vê sûcî de heye ceza bikin.