Çavdêriya Sûrî: 117 Çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin

Heta niha ji çeteyên Sûrî ku Tirkyê wan dişîne Lîbyayê, ku piraniya wan ji DAIŞ’ê ne, 117 çete hatine kûştin û 150 jî derbasî welatên Ewropayê bûne.

Çavdêrriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihand ku hejmara çeteyên Sûrî ku heya niha di şerên li Lîbayê de hatine kuştin giştiye 117 çeteyan.

Çete li eniyên derdoera Terablusa paytext û herêmên din ên Lîbyayê hatine kuştin.

Navendê ragihand ku derdora 150 çeteyên ku çûne Lîbyayê bi rêya deryayên Lîbyayê gihaştine Ewropayê.

Heta niha hejmara çeteyên Sûrî ku gihaştine Lîbyayê gihaşt 4 hezar û 750 çeteyan.

Artêşa Niştimanî: Li Terablusê balafireke Tirkî hat xistin

Her wiha îro Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan li başûrê Terablusa paytext balafireke bêmirov ya dewleta Tirk xist xwarê.

Li gorî Artêşa Niştimanî balafira Tirkiyê ji baregeha Miêtîqa ya leşerkî bilind bû û hewil da ku nuqteyên artêşa wan bike hedef.

Back to top button