DYA: Divê dewleta Tirk dimildest êrişan rawestîne

Nûnerê Amerîka yê payebilid ê taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê wiha got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi tundî dijberî êrişa leşkerî disekine û dibêje divê demildest ev êiriş werin rawistandin.” 

Nicholas Grainger diyar kir ku êrişa di rojên dawî yên li Sûriyê de xeternak in û nayên qebûlkirin.

Nicholas tekez kir ku ev êriş gefan li ewlehiya sivîlan, berpirsên Amerîka û hêzên leşkerî yên Amerîkayê dixwin, her wiha gefan li şerê li dijî DAIŞ′ê jî dixwe.

Nûnerê Amerîkî bi bîrxist ku me gelek caran metirsiyên xwe yên cidî ji dewleta Tirk re der barê bandora êrişê li ser sivîlan û qelsbûna têkbirina DAIŞ′ê de eşkere kir.

Di dawiyê de Nûnerê Amerîkî anî ziman ku di êrişa dawî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, û ew sersaxiyê dixwaze.

Back to top button