Meclisa Leşkerî ya Suryan nasnameya şervanekî eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Suyran nasnameya şervanekî xwe ku di nuqteyeke leşkerî de şehîd bûbû, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Mîlad Munîr Mîro bi nasnav Qumo dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî şehîd bû.

Fermandariyê di daxuyaniyê de wiha got: “Ji bo pêkanîna serkeftinê me fedekariyên mezin dane.

Her wiha di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku armanca wan rizgarkirina gel ji tevahî rejîm, hêza tarî û dijberiya gel e û ew fedekariyên mezin didin.

Di dawiyê daxuyaniyê anîn ziman ku ji bo vê bingehê hîna şehîd li pey şehîdan didin û soz didin ku destkeftiyên herêmê biparêzin û li hember êrişan bisekinin.

Back to top button