QSDʹê nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameyên 4 şervanên xwe yên ku di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Til Temirê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Temirê de 4 şervanên wan şehîd bûne.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hat gotin:

“Em sersaxiyê ji malbatên herçar şehîdan re dixwazin û ji bîrndarên xwe re jî şîfaya lezgîn dixwazin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Di êrişên balafira bê mirov ên li ser gundewarê bajarokê Til Temirê de 4 şervanên me şehîd bûn.

Em soza xwe nû dikin ku em ê tolê ji dijmin û dagirkeran hilînin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya herçar şehîdan wiha ye:

Kemal Pîr bi nasnav Îbrahîm Nasir di 22’yê Mijdara 2022’an li Til Temirê şehîd bû.

Nasnav: Kemal Pîr
Nav û paşnav: Îbrahîm Nasir
Navê dayikê: Hesa
Navê bavê: Xelîl
Cih û dîroka jidayikbûnê. Sefih/ 1999ʹan
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 22ʹyê Mijdara 2022ʹyan

Nasnav: Dilşêr Amiriyê
Nav û paşnav: Ebdulhemîd Ebdulhey
Navê dayikê: Xalidiyê Talib
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Amiriyê 2004
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 22ʹyê Mijdara 2022ʹyan

Nasnav: Gelhat Efrîn
Nav û paşnav: Orhan Şêxo
Navê dayikê: Zeyneb Hec Muslim
Navê bavê: Mihemed Şêxo
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn 1993ʹyan
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 23ʹyê Mijdara 2022ʹyan

Nasnav: Dilo Ararat
Nav û paşnav: Silêman Şêx Ehmed
Navê dayikê: Bedîa
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê 1999ʹan
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 23ʹê Mijdara 2022ʹyan.”

Back to top button