
Parlementerê HDP’ê Murat Sarisaç û nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê serdana gelek Partiyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê kir û gelek kesayet vexendin Newroza Amedê.
Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên pîrozkirina Newroza 2023’an ya Amedê tên kirin.
Weke hersal îsal jî HDP gelek partiyên siyasî, rêxistin û kesayetên Başûrê Kurdistanê vexwend Newroza dîrokî ya Amedê.
Di serdanê de şandeya HDP’ê vexwendinnameya partiyê gihand mûxataban.
HDP her wiha ji aliyên siyasî piştgiriya wan ji bo hilbijartinên Tirkiyê jî xwest.
Di vê çarçoveyê de HDP YNK, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, malbenda YNK’ê ya Hewlêrê, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Yekîtiya Parlementeran û gelek kesayetên siyasî, rewşenbîr û akademîsyen vexwend Newroza îsal ya Amedê.