Çeteyên dewleta Tirk a dagirekr 6 welatîyên din ji Efrînê revandin. Jineke ciwan jî li navçeya Şêrawa, ji ber zext û sûcên dijî jinan tê kirin, dawî li jiyan xwe anî.
Hat ragihandin çeteyan 5 welatî ji navçeya Cindirêsê revandin û birin cihekî ne diyar.
Navên kesên hatine revandin,
Elîşêr Mehmûd yê 32 û Newres Xelîl yê 28 salî ji gundê Til Silûrê,
Mehmûd Mihemed Elî yê 30 salî, Omer Hesen Ebdo yê 28 salî û Xelîl Hisên Mihemed yê 31 salî ji gundê Axcelê ne.
Çeteyan welatiyekî 70 salî revand û êşkence lê kirin
Tora çalakvanên Efrînê jî ragihand çeteyan welatiyê bi navê Osman Henan yê 70 salî yê ji gundê Badîna yê navçeya Mabata ravandin.
Hate ragihandin çeteyan piştî ku Osman Henan revandin, êşkence lê kirin, û erebe û 3 hezar dolar jê stendin û ew avêtin kanaleke avê.
Hat ragihandin niha Osman Henan di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî giran e.
Jineke Ciwan ji ber binpêkirin û sûcên li dijî jinan dawî li jiyana xwe anî
Hat diyar kirin beriya niha jî ev Cîhan Omer Berekat ji aliyê çeteyan ve rastî êşkence û destdirêjiyê hatiye.