Şehîd Dilşêr hat oxirkirin, nasnameya 6 şehîdan hat ragihandin

Îro bi sedan şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Dilşêr oxir kirin.
Di merasîmê de nasnameya 6 şehîdên din jî hat ragihandin.

Şervanê QSD’ê Dilşêr 5’ê Adarê li El-şihêl a Dêrazorê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Şêniyan cenazeyê Ş. Dilşêr ji Meclîsa Malbatên şehîdan wergirt û birin Goristan Ş. Djiwar.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û gotin:

“Şehîd canê xwe ji bo welat û gelê xwe feda dikin û bi xwîna xwe gelê herêmê kirin yek.

Dagirkeriya Tirk bi her awayî hewl dide vîna me bişkîne, lê bi saya fedakariya şehîdan her car têk diçe.”

Dawiyê, soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancan hat dayîn.

Piştî axaftinan, nasnameya Ş. Dilşêr hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di merasîmê navê 6 ​​şehîdên din ên di dem û cihên cûda şehîd bûn, hate ragihandin.

Back to top button