⁣15’ê Sibatê Komploya Navnetewî

Ji Rêveberiya Birîndarên Şer Sorxwîn Kobanê û Rêvebera Meclisa Jin a Saziya Malbatên Şehîdan Cewahir Osman têkildarî salvegera komploya navneteweyî nirxandin kirin û gotin:” Komplogeran xwestin bi girtina Rêber Apo re vîn, îrade û hêza gelê Kurd bişkînin. Lê gel bi fikir û felsefeya Rêber Apo komplo vala derxistin”.

Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat dikeve sala xwe ya 25’an.

Ji Rêveberiya Birîndarên Şer Sorxwîn Kobanê têkildarî salvegera komploya navneteweyî û armanca komployê nirxandin kir.

Sorxwîn Kobanê: Armanca komplogeran têkbirina vîna gel e

Sorxwîn Kobanê diyar kir ku hedefa komplogeran ew bû ku di kesayeta Rêber Apo de carek din mudaxaleyî Rojhilata Navîn bikin.

Sorxwîn anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtin û bi çalakiyên xwe komplo vala derxistin.

Cewahir Osman: Bi siyasetên dijmirovî tecrîd girankirin

Rêvebera Meclisa Jin a Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman jî diyar kir ku bi hincetên xapînok û siyasetên dijmirovî tecrîdê li dijî rêber Apo giran dikin.

Cewahir anî zimna ku Tirkiyê bi girankirina tecrîdê xwest pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre.

“Bi têkoşînê em ê komployê vala derxin”

Cewahir Osman dawiyê de got: Bîrdoziya Rêber APO bi dîlgirtinê tu carî nayê tune kirin.

Em ê bi felsefeya Rêber Apo sîstema faşîst û komploger hilweşînin.

Back to top button