RÊVEBERIYA XWESER: HETA TEROR BIDAWÎ BIBE DIVÊ HEMÛ ALÎ KEDEKE MEZIN BIDIN

Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên li Srî Lankayê gihaşt 290 kesî û hejmara birîndaran jî bû 500. li dijî vê karê terorîst Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya rêveberiya xweser de wiha hat gotin:

Cîhan ji êrîşên terorê yên li ser sivîlan di merasîmên olî de ku cejna xiristiyanan pîroz dikirin, matmayî ma.

Ev sûcên li Srî Lankayê çêbûn, bi awayekî vekirî dide xuyakirin ku hîna teror hêza xwe heye û dikare êrîşên mezin û xeternak bike.

Serketina QSD`ê li dijî DAIŞ’ê, ne tê wateya dawîkirina terorê.

Divê hemû alî kedeke siyasî û leşkerî bidin da ku teror bi dawî bibe.

 

 

Leave a Reply

Back to top button