Şêniyên Qamişlo bi merasîmekê şehîdên meha Îlonê li goristana şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn.
Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê beşdarî merasîmê bûn.
Li goristanê piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Serkeftinên hatin bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e.
Em ê têkoşînê berdewam bikin heta armancên şehîdan pêk bînin.”
Piştre nasnameyên 55 şehîdên meha Îlonê hatin xwendin û gurzên gulan diyarî malbatên şehîdan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.