Li navçeya Cindirêsê zêdeyî 15 hezar darên zeytûnê hatin desteserkirin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk zêdeyî 15 hezar darên zeytûnê desteser kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku li navçeya Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk bi hezarên darên zeytûnê yên şêniyên ku hatine koçberkirin desteser kirine.

Hat diyar kir ku çeteyan nêzî 15 hezar dar yên 50 şêniyên gundê Kefer Sefrê yên dewleta Tirk koçber kirine destser kirin.

Bi pêşengiya Rûsyayê 30 malbat li herêma Babê tên bicihkirin

Li aliyekî din di çarçoveya guhartina demografiya herêmên dagirkirî, hêzên Rûsyayê wê 30 malbatên ji parêzgeha Qunîtira, li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku di encama lihevkirinekê de 30 kesên ku ji hêla hikumeta ve tên xwestin, tevî malbatên wan yên ji gundê Um Batina, koçberî herêma Babê ya dagirkirî bibin.

15’ê Gulanê bi pêşengiya Rûsyayê hêzên hikumetê, Komîteya navendî ya Horanê û rûspiyên herêmê li hevkirin ku van kesan tevî malbatên wan koçberî herêmên dagirkirî bikin.

Back to top button