Heyva Sor a Kurd alîkarî pêşkêşî kesên zirar ji avahiyê dîtine kir

Heyva Sor a Kurd careke din alîkariyên mirovî pêşkêşî xizmên ku di hilweşîna avahiya li Şêxmeqsûd zirar dîtine, kir.

Heyva Sor a Kurd careke din alîkariyên madî li kesên zirar dîtine belav kir û ji Mistefa Îbo re ku malbata xwe hemî winda kir 15 milyon L.S pêşkêş kir.

Alîkariyên madî ji bo kesên malên wan li rex avahiya hilweşiye, di navbera 2 milyon heta 5 milyonên L.S de ye.

Têkildarî mijarê Endamê Heyva Sor a Kurd ya Helebê Reşîd Şewqî axivî û got: “Îro jî me hin alîkarî ji malbatan re pêşkêş kir ku malên wan li rex avahiya hilweşiya zirar dîtine.

22’yê Çileya borî, di encama avahiyeke 5 qatî li taxa Şêxmeqsûd 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button