
Duh Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8’emîn, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo hat vekirin.
Pêşengeha bi dirûşma “Bi hev re em hunerê bikin bihara dilan”, ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatiye organîzekirin.
109 tabloyên ku zêdetirî 100 şêwekarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz kirin e, tên pêşandan.
Di nav de 50 ji wan şêwekarên jin in.
Çand, folklora kurdî, cihên dîrokî yên Efrînê, xweza, malên Kurdan, penaberî, jin û hwd mijarên li ser tabloyan bû.
Wêneyên şervanên YPJ’ê û yê şehîd Apê Yûsif Gulo jî di nava tabloyan de cih girt.
Pêşengeha ku rastî eleqeyek mizin tê, wê sibê bi dawî bibe.