Hevseroka Navenda Heyva Sor a Kampa Serdem a Şehbayê Mecdolîn Zêno diyar kir ku wan nêzî 7 navendên tenduristiyê li Şehbayê vekirine û ji ber kêmbûna derman, ew nikarin zarokan bi awayekî baş derman bikin
Heyva Sor a Kurdistanê ya şaxa Kantona Efrînê li Şehbayê li gorî derfetên kêm alîkariyê dide gel.
Nêzî 7 navendên Heyva Sor li hemû Navçeyên Şehbayê hatine avakirin.
Têkildarî mijarê Hevseroka Navenda Heyva Sor a Kampa Serdem Mecdolîn Zêno diyar kir ku ew li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî civakê dikin û wiha domand:
“Di demsala zivistanê de rewşa kampan cuda bû û nexweşî belav dibû. Ji ber derman kêm bûn gelek zarokan jiyana xwe ji dest didan.
Demsala havînê, ji zivistanê zehmetir e. Her roj nezî 45 zarok ji ber gehmahiyê nexweş dikevin.
Em bang li hemû saziyên Navneteweyî dikin ku alîkariyekê bidin zarokan.
Banga me bi taybet li hemû jinên ku cihên xwe di saziyên Navnetewî de digrtin ew e ku rewşa zarokên me bibin.. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne û divê em alîkariyê bidin wan.”