Hikumeta Şamê êrîsa li ser asmanê baregeha Himêmîmê ya Rûsî têk bir

Hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastina wan a asmanî êrîşên dijber li asmanê bajarê Ceblê yê parêzgeha Laziqiyê têk birin.

Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastina hewayî ya hikumetê bersiva balafireke bêmirov ku li asmanê bajarê Ceblê digeriya, da.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, balafirê berê xwe dabû baregeha Himêmîmê ya Rûsî û parastina hikumeta Şamê û ya baregehê karîbûn rê li ber bigirin.

24ê Adara borî jî, hikumeta Şamê bersiva êrîşekê li ser balafirgeha Himêmîmê dabû..

Back to top button