Li kampa waşûkanî hejmara koçberan bû 2 hezar û 195

Ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk a dagirker, hejmarek din a koçberan gihişt kampa Waşûkanî.

Bi vê yekê, hejmara koçberên li kampê, bû 2 hezar û 195.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî yên nêzî sînor, ji cih û warên xwe koçber bûn.

Li gorî rapora Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî, di encama êrişan de zêdetirî 300 hezar kes bi darê zorê ji herêmên xwe koçber bûn.

Herî dawî Hejmareke din ji koçberan, gihîştin Kampa Waşokanî.

Bi vê yekê hejmara malbatên li kampê, ji 437’an gihişt 474 malbatan.

Bi giştî 2 hezar û 195 koçber li kampê dimînin.

Di nava koçberan de 720 zarokên ku temenên wan ji 1 heta 17 salî, û 49 kesên ku temenê wan ji 60’î zêdetir hene.

Niha li kampê 196 rewşên nexweşiya giran yên weke astengdarî, felcbûn û yên sing û dil hene.

Nexweş ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve li gorî derfetên heyî tên dermankirin.

Leave a Reply

Back to top button