QSD: Di şerê Eyn Îsa de 18 çete hatin kuştin 10 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şerê çend rojên dawî li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyan eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li Eyn Îsayê 18 çete hatin kuştin hijmarek jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê têkildarî êriş û şerê li navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de dazanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 17`ê Adarê û vir de êrişên xwe li ser Eyn Îsa û rêya M4 zêdetir kirine

Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir li gundên Seyda û Mielek şerekî dijwar diqewime û Şervanên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva çeteyan didin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro, di seet 05:00`ê sibê de çeteyên dagirker carek din êrişî gundên Seyda û Mielek kirin û di wan êrişan de teknîk zêde bi kar anîn.

Di encama bersivdayina tund ya şervanên me de çete neçar man ku paşde vekişin.

Di şerê ku îro di saetên sibê de qewimîn li gundê Seyda 10 çete û li gundê Mielek jî 8 çete hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.

Topbarana dijwar li ser herêmê berdewam dike û bi piranî herêmên sivîlan tê hedefgirtin.

Di şerê îro de şervanekî me şehîd bû û 3 şervanên me brîndar bûn. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin. ”

Her wiha QSD’ê daxuyaniyek duyemîn da û ragihand ku hêzên wan derdora gundê Mielek bi şêwazê sapotajê li dagirkeran da ne.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de jî 3 çete hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.

QSD’ê da zanîn ku li herêmê cih bi cih pevçûn diqewimin û topbarana li ser herêmê berdewam dike.

Back to top button