Ukrayna: Di nava du hefteyan de 8 cih hatine rizgakirin

Di êrişa dijber ya Ukrayna dayî despêkirin de heta niha 8 cih ji bin kontrola artêşa Rûsya hatiye derxistin.
NY jî dibêje li herêma ku ji hilweşîna bendava ava Kaxovka bandor bûyî, Rûsya nahêle alîkariya pêwist bigihêje herêmê.

Di şerê li Ukrayna de, rewşa heyî qet hêsan xuya nake.

Texmînên şer yên pispor û aliyan bi derbasbûna rojê re têk diçin.

Ukrayna şer dirêj dike û Rûsya ji vê yekê bêzar dibe.

Li ser xaka Ukrayna hesabên nû yên demeke dirêj a şer tê kirin.

Cîgira Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar diyar kir ku di çarçoveya operasyona êrîşa 2 hefteyan a li eniya başûr de hejmara cihên ku hatin rizgarkirin derket 8’an.

Anna Malyar di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyakirin ku artêşa Ukraynayê di hefteya dawî da hem operasyonên êrîşê hem jî yên parastinê li dar xistine.

Ukrayna: Heta niha 113 kîlometre çargoşe hatiye rizgakirin

Malyar diyar kir ku Rûsyayê ji bo pêşî li pêşdeçûna leşkerên Ukraynayê ber bi Behmûtê ve bê girtin, li rojhilat leşkerên din bi cih kirin û wiha got:

“Hefteya derbasbûyî şerê li herêmê kêm bû lê dîsan jî cih bi cih dewam kir.

Bi tevahî 41 şer derket û hêzên me li gelek deveran pêşde çûn.”

Di nava hefteya dawiyê de êrişên li eniya başûrê welat jî dijwar bûn.

Malyar dazanîn ku ji roja despêkirina êrişa dijber ve rûberê xaka hatî rizgakirin gihiştiye 113 kîlometre çargoşeyî.

Artêşa Ukrayna bi çekên giran li 2 navendên fermandariya Rûsyayê dan

Wezareta Parastinê ya Ukrayna bi daxuyaniyek din eşkere kir ku hêzên wan 2 navendên fermandariya Rûsyayê jî kirine armanc.

Wezaretê têkildarî encamên vê yekê jî agahiyên berfireh parve nekir.

NY: Rûsya alîkariya bû herêma bendava Xakovka asteng dike

Li aliyekî din, li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, Koordînatora Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Ukraynayê Denîse Brown got,

“Hikumeta Federasyona Rûsyayê heta niha daxwaza me ya ketina herêmên di bin kontrola leşkerî ya demkî de red kiriye. Ev yek jî dibe sedema gihandina alîkariyê ji bo mexdûran.”

Back to top button