Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahyan li Tirkiyê ye û bi serokê AKP’ê Erdogan re civiya.
Civîn li navenda giştî ya AKP li bajarê Enqere pêk hat..
Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û heta niha tu daxuyanî li ser hevdîtinê nehatine dayîn…
Li gorî ku berê jî hatibû ragihandin, mijarên serdana wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahyan yek ji wan peywendiyên Şamê û Enqerê ne..