Şêniyên kantona Qamişlo şervana YPJ`ê Nûpel Tekoşer a ku 7`ê Sibatê li bajarê Hesekê şehîd bû.
Bi merasîmek sersaxiyê li gundê Girkê Selma a girêdayê bajarê Dêrikê hat bi bîr anîn.
Bi sedan şêniyên navçeyên kantona Qamişlo; Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer tevlî mersîmê bûn.
Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û got:
Jinên Kurd hertim di şoreşê de pêşeng bûn.
Li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo parastina jin û civakê li ber xwe dan.
Têkoşîna jinên Rojava li seranserî cîhanê deng veda.
Merasîm bi berzkirina drûşmeya “Şehîd namirin” bidawî bû.