komxebata navnetewî ya derbarê çeteyên DAIŞ`ê de ku li Amûdê hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna edaletê divê dadgehek navdewletî li ji bo darzandina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî were avakirin. Her wiha divê Koalîsyona Navdewletî desteka madî û lojîstîk bide Rêberiya Xweser da ku vê yekê pêk bîne.
komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê ya bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi dawî bû.
Komxebat sê rojan dewam kir.
Di van rojan de terora DAIŞ`ê ji gelek aliyan ve siyasî, leşkerî, aborî, çandî, olî ve, bandora wê li ser jinê, rola jinê di tinekirina terorê de û awayên rêgirtina li pêşiya vejandina wê hatin nîqaşkirin.
komxebat bi xwendina encamanmeyê bi dawî bû.
Encamname bi kongreyeke çapemeniyê ji aliyê rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Leyla Resûl ve hate xwendin
Ji xalên di encamnameyê hatin destnîşankirin ev in:
-Ji bo tinekirina DAIŞ’ê di aliyê ewlehî, fikirî, çandî, aborî û civakî de divê stratejiyeke hevpar ji aliyê koalîsyonê û civaka navdewletî ve were dayîn.
-Ji bo ku DAIŞ’ê ji nû ve xwe ava neke pêwîste pergala ewlehî li herêmê were xurtkirin.
-Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdarî diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyê bibin.
-Bi armanca peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye da ku kaniyên ku DAIŞ û rêxistinên tundra avakirine werin zûhakirin. Di vê çarçoveyê de netewa demokratîk modêla çareseriyê, projeya aştiyê ye.
-Biryarên Konseya Ewlehiyê yên têkildarî tinekirina DAIŞ’ê werin pêk anîn. Ji bo pêkanîna edaletê divê dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin. Her wiha divê Koalîsyona Navdewletî desteka madî û lojîstîk bide Rêberiya Xweser da ku vê yekê pêk bîne.
-Ji ber sûcên DAIŞ’ê yên der heqê jinan de, hate ku jin karibe azadî û rumeta xwe biparêze pêwîstî bi pergaleke siyasî, hiqûqî û civakî heye ku mafê jin di her qadan de misoger bike.
-Ji ber tundiya rêxistina DAIŞ’ê li ser zarokan divê li zarokan wekî qurbaniyên şer werin temaşekirin û ji nû ve werin perwerdekirin.
-Teqezî li ser ruhaniya olan û nirxên wê yên exlaqî were kirin.
-Ji aliyê DAIŞ’ê ve komkujî li ser gelê Kurdî yê Êzidî û jinên Êzidî yên Şengalê hatin meşandin, li ser vê yekê pêwîste Neteweyên Yekbûyî îtîrafê bi vê qirkirinê bike, mafên Kurdên Êzidî yên li Iraqê misoger bikin.
-Li Efrînê, kiriyarên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî ji aliyê komên çete yên desteka xwe ji dewleta Tirk ve digirin, Li ser vê yekê têkoşîna li hemberî van rêxistinan ji bo parastina herêmê û tevahî cîhanê tiştek girîng e.
-Roja 23’ê Adarê wekî roja cîhanî ya tinekirina DAIŞ’ê were ragihandin.