Wezareta Gencîneya Emerîkî rêzeceza li çend aliyan birî, di nav de kargehine dewleta Tirk.
Wezaretê ragihand, wê ceze li Tevgera Hemas a Filistînî û Feyleqa Pasdarên Îranî û Qaîda û DAIŞ’ê birîn.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev ceza 15 fermandar, kes û kompaniyên van herçar aliyan armanc dikin.
Di nav de, Zahir Cebarîn ê li Tirkiyê dijî ku aniha serokê ofîsa darayî ya Hemasê ye.
Mihemed Êzîdî berpirsê ofîsa Filistîn a Feyleqa Qudsê ya Îranî li Libnanê.
Çeteyekî DAIŞ’ê li Brêzîlyayê û serçeteyek li Avganistanê û yek li Filipînê.
Her wekî ceza li ofîsine pereguhartinê û kargehên gewheran li başûrê Tirkiyê hat birîn.