Dagirkeriya Tirkiyê gundê Dibis yê Eyn İsa topbaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû.
Êriş di seatên nîvro de pêk hat.
Dewleta Tirk a dagirker bi hawanan êrişê gundê Dibis yê girêdayî Eyn İsa kir.
Hat ragihandin ku di encamê de welatiyê bi navê Muhammed Hesen El-Ali birîndar bûye.
Doh jî Artêşa Tirk a dagirker, Xwaringeha Nexîl, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên Eyn Îsayê dan ber topan.
Artêşa Tirk Xwaringeha Nexîl a Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir