ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê diyar kir ku li girtîgehên herêma Anatoliyê Navîn di sê mehên dawî 13 girtiyan canê xwe ji dest daye û 52 girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane û 32 girtî jî berdana wan hatiye astengkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirina mafan a sê mehên ewil ên sala 2023’yan li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn li avahiya komeleyê eşkere kir.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen rapor xwend û ev agahî dan:

Di nava 3 mehan de ji 24 girtîgehên yên Herêma Anatoliya Navîn 89 û ji girtîgehên din jî 39 kesan bi giştî 128 kesan serî li ÎHD’ê dane.

Li 399 girtîgehên vekirî û sergirtî 349 hezar û 893 girtî hene û ji serê sala 2023’yan vir ve 2 jê jin bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. ”

4 girtiyan ji ber nexweşînên li wan peyda bûne jiyana xwe ji dest dane û 4 girtî jî bi sîlehê hatine kuştin û 6 girtî jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.”

Nûray Çevirmen anî ziman ku li girtîgehên Anatoliya Navîn herî kêm mafê tenduristiyê yê 32 girtiyan hatiye binpêkirin û diyar kir ku herî kêm 52 girtî jî bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane.

Endamê Komîsyona Girtîgehan parêzer Mahîr Ûslû jî daneyên têkildarî cezayên disiplînê û taloqkirina înfazê parve kir û got:

“Li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê herî kêm mafên berdana 32 girtiyan a bi şert û serbestiya bikontrol hatiye binpêkirin.”

Endamê Komîsyonê parêzer Ûmît Can Akbulut jî ji bo dawî li binpêkirinên mafan, îşkence û muameleya xerab were anîn Wezareta Dadê û saziyên berpirsiyar vexwend berpirsiyariyê.

Back to top button