Konseya Rêveber a KNK’ê Cejna Remezanê di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz kir
KNK’ê hevî kir ku demek nêz de gelê me bi aramî û azadiyê cejn û şahiyên xwe pîroz bike
HDP û Partiya Çepên Kesk jî bi heman boneyê peyamek weşandin û gotin,
“Em bawerin ku em ê vê cejnê di 14’ê Gulanê de dubare bikin”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand
KNK Cejna Remezanê di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz kir û wiha got:
“Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin
Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin.
Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin.
Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin.
Li li Rojhilatê Kurdistanê ji şeş mehan zêdetire bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ serhildanek heye û dewame. ”
KNK diyar kir divê hemû hêzên Kurdistanê li dijî van êrîşan derkevin û ev peyam da:
- Bi vê munasebetê em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li gel hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê di dawiya peyama xwe de hevî kir ku demek nêz de gelê me bi aramî û azadiyê cejn û şahiyên xwe pîroz bike.
HDP-Partiya Çepên Kesk: Em ê vê Cejnê di 14’ê Gulanê de careke din pîroz bikin
Bi wesileya rojê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk jî daxuyaniyek dan.
Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi kerasetên erdhejê yên 6’ê Sibatê hate kirin û welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hate bi bîr anîn
HDP’ê û Partiya Çepên Kesk di daxuyaniya xwe de ev peyam da:
- Bi wesîleya cejnê em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevî desthilatdariyê, hesta hevgirtinê ya ku di erdhejê de derketiye holê mezin bikin û di 14’ê Gulanê de veguherînek rasteqîne pêk bînin
- Em dikarin 14’ê Gulanê ji bo vê xak û gelê xwe bikin cejnên herdemî.
- Em careke din Cejna Remezanê li gelên xwe pîroz dikin;
- Em dixwazin cejn bibe wesîleya aştî, biratî, wekhevî û azadiyê.
- Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê cejnê di 14’ê Gulanê de dubare bijîn.