Heya niha, Dewleta Tirk 1901 sivîl kuştine û 4064 kes birîndar kirine.

Roj bi roj êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û rojhilatê Sûrî zêdetir dibin.

Bi van êrîşan re, bi hezaran sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.

Tevî van sûcên şer li dijî gelê herêmê, NY û saziyên mafên mirovan hîna ji bêdenga derneketine.

Weke tê zanîn, 18’ê Adara 2018’an, bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin.

Di encamê de, li gel koçkirina bi hezaran kes, hezar û 901 sivîl hatin kuştin û 4 hezar û 64 kes jî birîndar bûn.

Binpêkirinên hovane yên dewleta Tirk, li vir sînordar neman, lê belê derdora 6 hezar û 290 kes jî revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, di raporeke xwe de, bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker a meha Adara borî li Bakurê Sûrî, eşkere kir.

Di êrîşên wê li ser herêma Efrîn, Şehba, Bab û Minbicê de, dewleta Tirk:

Encamên êrîşên dewleta Tirk ên meha Adarê:

13 kes kuştin, di nav de 3 zarok.

Ji wan 8 zarok, 30 kes birîndar kirin.

8 buyerên teqînê li van herêman rû dan.

û 48 kes hatin revandin.

Dewleta Tirk 9’ê Cotmehê jî êrîşî Serê Kanî û Girê Spî kir, di van êrîşan de 559 sivîl hatin kuştin, di nav de 57 zarok û 49 jin.

Her wiha 2944 sivîl birîndar bûn, ji wan 154 zarok û 164 jin.

394 kes jî hatin revandin.

û 466 Sûrî ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin kuştin.

Duh jî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihandibû ku Adara borî, 5 sivîl ji aliyê cendirmeyên Tirk ve, li ser sînorê Sûrî-Tirkî hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne.

Bi vê yekê re, jimara wan ya giştî bû 466 kes.

Tevî gelek caran gelê herêmê bang li NY dikin ku li hemberî van binpêkirinan helwesteke cidî nîşan bide û dagirkeran ji herêmê derxîne, lê NY xwe bêdeng dike, ev jî dihêle dewleta Tirk êrîşên xwe zêdetir bike.

Back to top button