Dagirkeriya Tirkî rojane 450 ton dar dibire

CPT’yê bi raporekê diyar kir ku 148 gundên Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dagirkeriyê vala bûne û got ku 500 jî li jêr gefa valakirinê ne. Rêxistina Dostanî Ajal di vê derbarê de banga nîşandana helwestên ji hundir û derve kir.

NY ji bo parastina jîngehê, 1973’yan di kongreya xwe ya li Stokholêmê de, 5’ê Hezîranê weke “Roja Jîngehê” diyar kir.

Lê dagirkeriya Tirkî hemû yasayên navdewletî yên parastina jîngehê bi birîna daran û ji holêrakirina daristanan, binpê dike.

Li gorî daneyan, li Başûrê Kurdistanê û bi taybet herêma Behdînanê, dagirkerî rojane 450 ton dar dibire û li Tirkî û Bakurê Kurdistanê difiroşe.

Ji bo birîn û veguhastina daran, nêzî 500 çete û cerdevan digel artêşa Tirk alîkariyê dikin.

Dagirkerî, di dema dawî de, zêdeyî 5 hezar donim erd şewitandine.

Rojane ji ber bombebaranên wê, şewat derdikevin.

CPT: 148 gund vala bûne û 500 jî li jêr gefa valakirinê ne

CPT’yê bi raporekê eşkere ku li Başûrê di nava 5 salan de, 103 sivîl ji ber êrîşên Tirkiyê şehîd û 111 jî birîndar bûne.

CPT’yê diyar kir ku, 148 gund vala bûne û 500 jî niha li jêr gefa valakirinê ne.

Rêxistina Daristan: Birîna daran jenosîdeke nû ye

Çarçoveya nîşandana bertekan her bi her berfirehtir dibe.

Seroka Rêxistina Diristan a Jîngehê Tirîfe Nasîh got ku birîna daran, jenosîdeke nû ye.

Rêxistina Dostanî Ajal: Divê li hundir û derve helwest bêne nîşandan

Serokê “Rêxistina Dostanî Ajal” Hejar Elî got:

“Eger dar nemînin, dê ajal tune bibin, hişkesalî li her cihî çêbe û ew war bi kêrî jiyînê nema tên. Heke dawî li jîngehê were, dê dawî li me jî bê. Lere divê li gundir û li derve helwest bêne nîşandan.”

Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê, Partiya Komunîsta Kurdistanê û Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê jî bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû hêzan kir ku êrîşên dagirkeriyê rawestînin.

Back to top button