Hêzên Şamê bi mûşekan deverên Idlibê bombebaran kirin

Hêzên Hikûmeta Şamê dîsa bi mûşekan deverên Idilba dagirkirî bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê Hêzên Hikûmeta Şamê bi mûşekan herêmên derdora bajarê Erîha ya başûrê Idilbê û deverên Bara ya Cebel Zawiyê, bombebaran kirin.

Her wiha, nîvê şevê herêmên Fitêra, Sifûhin, Bara, Kinsefra û Filêfil ên li gundewarê heman deverê bûn armanc.

Duh jî heman navendê belge kir ku ji ber armanckirina erebeyekê li herêma Naciya ya gundewarê Cisir Şixûr bi mûşekeke hêzên Şamê, di nav de 3 zarok û 2 jin, 7 kes hatin kuştin.

Li Deraa 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li ser rêya Xebaxib a li gundewarê bakurê Deraayê hêzên şaxê ewlehiya siyasî yên hikumeta Şamê ji aliyê kesên nenas ve rastî kemînekê hatin.

Di encamê de 3 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Back to top button