Li Idlib û Hemayê nuqteyên çeteyên Tirkiyê hatin topbarankirin

Şer û aloziya li Sûriyê jî dewam dike.
Li Idlibê û Hemayê, Hêzên hikumeta Şamê cih û deverên çeteyên dewleta Tirk a dagirker topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên hikumetê cihên çeteyan yên li derdora Bare, Bênîn û Filêfil ên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumetê şevê din deverên li derdorê Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab a rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Balafirên keşfê yên Rûsyayê jî bê navber li asîmanê herêma Idlibê geriyan.

Li aliyekî din, di encama şer û pevçûnên ku li Sûriyê rûdidin, di meha Adarê de 29 jê zarok û 21 jî jin 166 sivîl hatin kuştin.

Li gorî bîlançûya Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di vê mehê de jî, 34 çeteyên Tirkiyê û 81 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgerên wê hatin kuştin.

Her weha leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin.

Back to top button