Hikumeta Şamê nirxê sotemeniyê zêde kir

Li herêmên hikumeta Şamê, zivistan sartir dibe.
Hikumeta Şamê, nirxê sotemeniyê bihatir kir.
Li aliyekî din, çekdarên Îranê bi dron û moşekan êrişî 2 bargehên Koalisyona Navneteweyî li Dêrazorê û Hesekê kirin.
Piştî vê yekê balafirên Amerîk jî li Dêrazorê êrişî xalên çekdarên Îranê kirin.

Aloziya aborî li Sûriyê her ku diçe giratir dibe.

Di wextekî ku pêwistiya welatiyan bi sotemeniyê heyî de, hikumeta Şamê jî çav berdaye pereyên di ceba welatiyan de.

Şevê din Wezareta Bazirganiya Hundirîn a Hikumeta Şamê careke din nirxê madeyên sotemeniyê biha kir.

Li gorî wê,

Nirxê lîtreyeke benzîna “Oktan 90” ji 9 hezarî derket 9 hezar û 500 leyreyên Sûrî.

Nirxê lîtreya benzîna “Oktan 95” jî derket 12 hezar û 430 lîreyî.

Her wiha lîtreyek mazota safî bû 10 hezar û 895 leyreyên Sûrî.

Ev biryar ji aliyê xelkên Sûriyê ve rastî bertekên tund hatin.

Hikumeta Şamê bêyî ku rewşa aborî û gazinên welatiyan berçav bike van biryaran dide.

Armanca wê ew ku ji gel bidize û temenê deshilatdariya xwe kêmekî din dirêj bike.

Biryar û siyasetên hikukmeta Şamê barê welatiyên Sûriyê 2 qat girantir dike.

Bargehên Koalisyona Navnetweyî hatin armackirin

Tevî vê aloziya aborî, li ser erdê jî şer qet nesekinî ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê çekdarên Îranê bi moşekan êrişî bargeha Hêzên Koalisyona Navneteweyî ya li Dêrazorê kirine.

Piştê vê êrişê, Balafirên Amerîkî xalên çekdarên Îranê li rojhilatê Parêzgeha Dêrazorê bombebaran kirin.

Heta niha der barê kuştî û birîndaran tu agahî nehatiye bidestxistin.

Di seatên nîvro de çekdarên Îranê bi dornekê êrişî bargeha koalisyonê a li Dêrikê kirin.

Pergala Parastinê ya bargehê doron xist û bêbandor kir.

Li Derayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdaran de şer derket

Li Derayê tevlihevî û aloziya ewlehiyê dewam dikin.

Li bajarokê El-Yadûda yê li parêzgeha Derayê di navbera hêzên Hikumeta Şamê û komek çekdar de şer derket.

Çavdêriya Sûrî: Li Dera 4 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn

Li gorî çavdêriya Sûrî, di encamê de ji her du aliyan 4 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Ji ber şerê li herêmê dibe hejamara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

Li herêmê “Bêçek” şer: Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Back to top button