Urdin li ser mijara varoşa piştevaniya Qibris û Yûnanîstanê kir

Bertekên li dijî serokomarê Tirkiye ya parçekirina Qibrisê ji welatên cîran jî zêde dibe.
Di civîna sêalî ya Urdin, Qibris û Yûnanîstanê de, careke din piştevaniya ji bo çareseriyeke li gorî biryarên Konseya Ewlekariya NY hate dayîn.
Qiralê Urdinê Ebdulahê II. jî bi awayekî eşkere piştevaniya xwe ya bi Qibrisê re anî ziman.

Qibrisa ku ji 1974’an ve ji aliyê dewleta Tirk ve beşekî wî hatî dagirkirin, niha li ber parçebûnê ye.

Serokomarê Tirkiye Erdogan, bi awayekî eşkere ragihand ku êdî ew Qibrisa Bakur weke dewletekî serbixwe dibînin.

Bertekên li dijî vê yekê jî li qada navnetewî zêde dibin.

Herî dawî civîneke 3 salî ya navbera Yûnanîstan, Qibris û Urdinê li Atîna pêk hat.

Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate parvekirin û hate gotin, ew bi çareseriyeke qanûnî ya li gorî biryarên Konseya Ewlekarî ya NY ve girêdayî ne.

Di axaftina vekirinê de, Serokwezîrê Yûnaîstanê Kyriakos Mitso-takis geşedanên dawîn ên li Qibrisê wekî “êş” binav kir, û diyar kir ku civîna bilind a di navbera hersê serokan de “dilsoziya welatan a ji bo pêşxistina aşitî, aramî û bextewariya herêmê nîşan dide”.

Serokê Komara Qibrisê Nikos Anastasiades got,

Tirkiye piştî daxuyanîyên vê dawîyê ji alîyê Konseya Ewlekarî ya NY û YE ku bertek nîşanî Enqerê dayîn, ew agehdar kirin.

Qiralê Urdunê Ebdullahê II. jî ev tişt anî ziman:

“Em welatên Rojhilatê Derya Spî ku parve dikin, em ê rola xwe ya jiyanî bidomînin û li hevkariyek berfireh bigerin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya li bakurê Qibrisê ku li gel lîderê herêmê Ersîn Tatar pêk anî de diyar kir ku ji sedî 3,5’ê herêma Mereşê wê bê vekirin.

Erdogan ragihand ku qonaxa duyemîn a vekirina Mereşê dest pê kir.

Ev daxuyanî bûn sedema YE, DYA û NY bertek nîşan bidin.

Konseya Ewlekariyê ya NY, di rûniştina hefteya borî de, daxuyaniyên Erdogan ên li ser Varoşa şermezar kir.

YE her weha ji despêka serê salê ve Enqere hişyar kir ku dev ji provokasyon û kiryarên ku dibe sedema cezayên tawanbarkirinê berde.

Herêma Varoşa beriya dagirkeriya dewleta Tirk ya 1974’an, li Qibrisê yek ji cihê herî girîng yê geştiyarî bû.

Piştî dagirkeriyê nêzî 15 hezar welatiyên Rûm ji dest ji malên xwe berdabûn û êdî herêm weke “Bajarekî Xeyalî” dihat dîtin.

Back to top button