Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed ragihand ku hilbijartinên zagonî li welêt ji ber tedbîrên vîrûsa Corona heta 19`ê Tîrmehê hatin paşdexistin.
Beşar El-Esed peyama xwe li ser Twitterê da.
El-Esed diyar kir ku ji ber tedbîrên pêşîgirtina vîrûsê hilbijartinên endamên Meclisa Gel ên zagonî li gorî biryarnameya 86`an a 2020’an heta 19`ê Tîrmeha 2020`an hatin paşdexistin.