Trump: Herdu hefteyên bê, wê jimara miriyan bigihêje lûtkeyê

Piştî kêmbûna jimara qurbanan li Çînê, Komîteya Niştmanî ya welêt metirsiya xwe ji vegera vîrûsê anî ziman, ku kesên ji derveyî Çînê tên, wê dîsa rê li ber vedana nexweşiyê vekin.

Li Amerîkaya ku êdî ew dibe navend, jimara kesên pêketî zêdetir dibe, der barê vê de jî Trump texmîn kir ku wê rêjeya miriyan di herdu hefteyên bê de, bigihêje lûtkeyê.

Li gorî Trump ragihand, wê qedexeya derketinê heya dawiya meha Nîsanê were dirêjkirin û teqez kir ew gelek tecrubeyan ji bo dermanê Coronayê pêk tînin.

Li Îtalya, duh 756 kes mirin

Li Îtlaya ku vîrûsê ew ji hev xistiye jî, duh tenê 756 mirin hatin tomarkirin.

Li gorî Desteya Parastina Sivîl a Îtalyayê, jimara giştî qurbanên Corona bû 10 hezar û 779 kesî.

Back to top button