Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bang kir

Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bal kişande li ser metirsiya jiyana girtiyan û got:
Ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan divê hemê saziyên erkdar bikevin nava liv û tevgerê.
Li aliyê din, piştî Amed, Mersîn, Edene, Stenbol û Wanê li Îzmîrê jî çalakiya Nobeda Edaletê destpê kir.

Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi cih bêne anîn.

Lewra bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan bikevin nava liv û tevgerê.

Koordînasyonê ev bang bi daxuyaniya xwe ya têkildarî çalakiya girtiyên ji doza PKKê û PAJKê ku mehek li dû xwe hişt da.

Daxuyanî li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan hate dayîn.

“ji bo parastina mafê tenduristiya girtiyan bikevin nava liv û tevgerê”

Di daxuyaniyê de îşaret bi parastina mafê tenduristiyê yê girtiyên di greva birçîbûnê de hate kirin û wiha hate gotin:

“Di serî de rûmet, mafê jiyanê û mafê tenduristiyê yê girtiyan hemû di berpirsyariya dewletê de ye.

Eger madeyên ku ji bo wan pêwîste bêne astengkirin, mîna ku di grevên birçîbûnê yên salên derbasbûyî de rû da, dibe ku xisareke mayinde li fonksiyonên mejî yê girtiyan bike û bibe sedema mirinê.”

Hate diyar kirin desthilatdarî beriya ku rewşeke metirsîdar rû bide divê daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne binirxînin.

Ji ber vê yekê di serî de Wezareta Edaletê ya Tirkiyê, bang li hemû saziyên erkdar hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo piştgiriya girtiyan, çalakiyên Nobeta Edaletê dewam dikin

Li aliyê din ji bo piştgiriya grêva girtiyan, çalakiyên Nobeta Edaletê jî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de îro li bajarekî din çalakiya nobetê dest pê kir.

Nobeda Edaletê li Îzmîrê jî destpê kir

Piştî Amed, Mersîn, Edene, Stenbol û Wanê li Îzmîrê jî çalakiya Nobeda Edaletê destpê kir.

Çalakgerên ku bi daxwaza ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dest bi çalakiyê kirin gotin:

“Heta ku tecrîd bi dawî nebe, wê nobed dewam bike. ”

Jinên Stanoblê bi klamên Kurdî daxwaza edaletê dikin

Back to top button