Kongra 4 a HDP.. Ji bo hevserokatiyê navê Buldan û Sancar derketiye pêş

Amadekariyên Kongreya Mezin a 4’emîn a HDP’ê dewam dike.

Beriya kongreya ku sibê li Enqereyê pêk bê, hat diyar kirin ku ji bo Hevserokatiya HDP’ê navên derketin pêş Pervin Buldan û Mithat Sancar e.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê sibe li Salona Arena ya Enqereyê Kongreya xwe ya 4. bi slogana “Em ber bi pêşerojê ve dimeşin” lidar bixe.

Tê payin ku 30 hezar kes beşdar bibin.

Her wiha ji 26 welatan û 54 nûnerên partiyên siyasî yên ji rojhilata navîn jî ji bo kongrê hatine vexwedin.

Dê gelek peyamên dîmen û nivîskî yên ji welatan bên li salonê bên xwendin.

Îro ji bo beşdarî kongreyê bibin ji gelek bajar û navendan gel bi otobusan ber bi Enqereyê ve derketin rê.

Ji bo çareseriya astengî û pirsgirêkên di kongreyê de derkevin yekîneya Koordînasyona Qeyrana Kongreyê hat avakirin.

Fatma Kurtulan, Saruhan Oluç, Mahmut Togrul, Mithat Sancar û parêzer jî dinavde gelek kes dê di Navneda Koordinasyona Kongreyê de cihê xwe bigirin û dê raste rast ji bo çareseriyê amade bibin.

Ji bo di kongreyê de alozî û pirsgirêk rû nedin dê li salona kongreya HDP’ê û dervê salonê 400 kes ewlehiyê bistînin.

Niha li salonê amadekariyên dawî tên kirin.

Dê gelek akademîsyen û rojnameger di kongreyê de cihê xwe bigirin.

Beriya sibê Kongre pêk bê di niqaşên Komîsyona rêkeftinê de hat diyar kirin ku tê payin ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Mithat Sancar û Pervin Buldan bên hilbijartin.

Back to top button